Nûçeyên Iraqê

NY lêkolînên derbarê êrîşên bi gazê li Sûriyê dirêj dike

Encumena Ewlekariya NY roja Pêncşemê (17ê Mijdarê) bi hevdengî biryar da ku moleta şandeya erkdarkirî bi lêkolînên derbarê êrîşên kîmawî li Sûriyê û destnîşankirina kesên berpirsyar dirêj kir, AFP ragihand.

Bi piştgiriya Rûsya, encumenê projebiryareke ku Amerîka amade kiribû derbarê dirêjkirina lêkolîna hevbeş a NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) heta Mijdara 2017an qebûl kir.

Mîkanîzma Lêkolîna Hevbeş piştrast kiriye ku hêzên rejîma Sûriyê sê êrîşên bi gaza klorîn li ser hinek gundan di 2014 û 2015an de pêk anîne. Herwiha dît ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê gaza xerdel weke çek di Tebaxa 2015an de bikar aniye.

Projebiryar şandeyê bi wê yekê erkdar dike ku "encamder, organîzer, sponserên" êrîşan destnîşan bike di nav wan de girûpên girêdayî DAIŞ û Qaîda, û dibêje ku hemû "kesayetî, dezgeh, girûp an hikûmetên berpirsiyar ji her bikaranîneke çekêm kîmawî divê were cezakirin".

Sûriye Rêkeftina Çekên Kîmawî di 2013an de îmze kir û bi guvaşên Rûsî qebûl kir ku dev ji cebilxaneya xwe ya kîmawî berde.

Di civînekê de li Lahay di hefteya borî de, komîteya bicîkar a OPCW Sûriye îdane kir ji ber bikaranîna çekên kîmawî, weke yekemîn îdanekirin ji endamekî di Rêkeftina Çekên Kîmawî de.

Piştî ku di Tebaxa 2015an de ji aliyê Encumena Ewlekariya NY ve hat avakirin, diviyabû Mîkanîzma Lêkolîna Hevbeş roja Înê were girtin eger moleta wê nehatibane dirêjkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500