Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî girava Hedîsa ji DAIŞ standin

Hêzên artêşa Iraqî û zilamên eşîrên alîgir, bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, Girava Hedîsa li rojavayê Iraqê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, peyvdarekî serbazî roja Çarşemê (21ê Îlonê) got.

"Hêzên me Girava Hedîsa, li rojavayê Remadî, bi tevahî rizgar kirin û ala Iraqî li deverê hate hildan," Fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Îsmaîl el-Mehelawî ji Diyaruna re got.

"Girav, ku şeş gundan li xwe digre, vê sibê ji aliyê firqeya 7emîn ya artêşa Iraqî ve bi piştgiriya zilamên eşîrên alîgir hat rizgarkirin," wî got.

Amedekariyên ji bo êrîşeke bi heman şêwazê tên kirin bo rizgarkirina girava Hît, wî got, diyar kir jî ku DAIŞ herêmên bi darên bilind weke baregehan bikar tîne piştî têkçûnên wê yên li pey hev li bajarên mezin ên Enbarê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500