Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymaniyê kargeheke kîmawî ya DAIŞ li nêzîkî Mûsilê wêran kirin

Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê kargeheke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve ji bo çêkirina çekên kîmawî dihate bikaranîn hat wêrankirin, Pentagon roja Sêşemê (14ê Îlonê) got.

Dibe navenda berhemanînê --komelgeha kargehên guherîna derman -- gaza kilor anjî xerdel çêkiribe, ferîq Jeffrey Harrigian, serokê Fermandariya Navendî ya Hêzên asmanî ên Amerîka got.

"Ev bi tenê mînakeke din ya piştguhkirina DAIŞ ji yasa û nerîtên navdewletî re ye," wî ji peyamnêran re di vîdyoyekê de ragihand.

Êrîş roja Duşemê li nêzîkî Mûsilê çêbû û ji aliyê balafirên şerker, balafirên êrîşkirina zemînî û B-52 ên bombeavêjerên giran hatin pêkanîn, Pentagon got.

Pentagonê vîdyoyeke êrîşê pêşkêş kir, tê de zincîreke mezin a avahiyên seqifkirîyê yên bi sedema gelek teqînan hatibûn wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500