Nûçeyên Iraqê

"Plandanerê êrîşan" ê Qaîde di êrîşeke li Sûriyê de hat kuştin

Endamekî Qaîde yê ku girêdayî fermandariya bilind a grûpê bû di êrîşeke asmanî de di meha borî de li Sûriyê hat kuştin, Pentagon roja Çarşemê (2ê Mijdarê) got.

Li gorî berdevkê Pentagon kaptinê hêza deryayî Jeff Davis, êrîşa 17ê Cotmehê ya nêzîkî Idlib Heyder Kirkan yê kuşt, ku "biniyet bû êrîşan dijî welatên rojava plan bike û pêk bîne", AFP ragihand.

"Ew kesekî xwedî gelek xizmet û ezmûn ji Qaîda re li Sûriyê bû. Têkiliyên wî ligel lîderên bilind ên Qaîde hebûn di nav de Usama bin Ladin bi xwe, û ew plandanerê sereke yê Qaîde ji bo êrîşên terorî yên derve li Sûriye bû," Davis got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500