Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî bi dehên kesan li Idlib û Helebê dikujin

Zincîrek ji êrîşên asmanî li ser deverên bin destê opozîsyonê li Sûriyê bi dehên kesan li bajarên sereke yên li bakurê Idlib û Helebê kuştin, AFP roja Şemiyê (10'ê Îlonê) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku 58 kes di êrîşên li ser beşên cuda yên bajarê Idlib de hatin kuştin, lê bi awayekî rasterast nexuya bû ku kîjan alî êrîş pêk anîne.

Di nav kuştiyan de 13 jin û 13 zarok hebûn, Rewangehê got.

12 sivîlên din di êrîşên nezelal de li ser beşên cuda yên bajarê Helebê hatin kuştin, û 18 kes di bombebarankirina beşên din ên parêzgeha Helebê de mirin, Rewangehê got.

Bi dehên din di êrîşan de birîndar bûn, Rewangehê got jî, hişyarî da ku dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

"Xelk berî Cejna Qurbanê li bazarê bûn, ji ber vê yekê hejmara kuştiyan gelekî zêde ye," serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500