Nûçeyên Iraqê

Êrîşên Sûriyê 11 kesên ku ji bajêrê li jêr kontrola DAIŞ direviyan kuştin

Herî kêm 11 kes, du zarok di nav wan de, di êrîşên rejîma Sûrî de roja Sêşemê (24ê Kanûna Duyem) dema ku ew ji bajêrê bakûrî yê li jêr kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) direviyan hatin kuştin, li gorî AFP.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku girûpa 11 kesî hatin kuştin dema ku ew ji bajarokê Babê, li nêzî sînorê bakûrî ligel Turkiyê,yê li jêr kontrola DAIŞ direviyan û bûn hedefa êrîşeke asmanî ya rejîmê.

Herî kêm10 sivîl di nav kuştiyan de hebûn û du ji wan zarok.

Dema ku girûp geha gundê Qesir Burêc, ew jî li jêr kontrola DAIŞ e, yê nêzîk gurzê li wan da, Rewangehê got.

Rewangehê ragihand jî ku 12 sivîl û 15 çekdarên DAIŞ di êrîşên asmanî û bombebaranan de hatin kuştin li bajarê rojhilatî Dêrazorê, anî ziman jî ku eger heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500