Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dest datînin ser veşargeheke çekan li rojavayê Bexdayê

Hêzên Iraqî roja Duşemê (12'ê Îlonê) veşargeheke çekan dîtin ku heşt êlekên bombekirî jî di nav wan de hebûn û ew jibo pêkanîna teqînan li Kerma, li rojavayê Bexdayê, hatibûn amadekirin, polîsê federala Iraqî got.

"Hêzeke îstixbaratî ji Ketîbeya 8'ê ya Firqeya 2'ê ya polîsê federal dest danî ser veşargehekê ku heşt êlekên bombekirî ji bo pêkanîna teqînekê li devera Kerma hatibûn amadekirin tê de bûn," fermandarê polîsê federal lîwa Raed Şakir Cewdet ji Diyaruna re got.

"Operasyon li ser bingeha agahiyên ku ji aliyê du terorîstên girtî ve hatin bidestxistin hat pêkanîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500