Hêzên ewlekariyê yên Iraqî roja sêşemê (28'ê Hizêranê) êrîşeke xwekujî ya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser sînorê parêzgeha Kerbela pêk hatibû rawstandin, wezareta berevaniyê di daxwiyaniyeke xwe de got.
"Lîwayê 16'an ya polîsê federal ya di fermandariya operasiyonên Firata Navîn rê li ber êrîşeke endamên DAIŞ ku bi otombîlên bombekirî ligel teqemenî, êlekên teqemenîger û çekên navind û bombeyên destan hatibûn encamdan," wezaretê got.
Komê hewl dida xeta berevaniyê û xindeka ku tê avakirin bişkîne li beyabana Kerbela nêzîkî el-Naxîb, daxwiyaniyê got.
"Hêzên Iraqî wesayît teqandin berî ku ew bighên armanca xwe û dest danîn ser çek û alavên êrîşkeran, bêyî ti windahiyan," daxwiyaniyê got.