Polîsên Iraqî 15 çekdarên ku hewil dan erîşî hêzên ewlekariyê bikin girtin piştî ku operasyoneke revandinê li Bexdaya paytext bi binket, Fermadariya Operasyonên Bexdayê roja Înê (9'ê Îlonê) got.
"Hêzên Polîsên federal 15 çekdar girtin û dest li ser wesayitên wan danîn dema ku wan hewil da êrîşî hêzên ewlekariyê bikin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.
"Hêzên ewlehiyê rastî êrîşê hat pişt ku wan kesên revandî rizgarkirin û revêner li Ze'franiya, li rojhilatê Bexdayê, roja Pêncşemê girtin," daxuyaniyê got.
Çekdar bo saziyeke ewlehiyê hatin veguhestin daku lêpirsîn bi wan re bê kirin beriya ku ew werin pêşiya dadgehê, daxuyaniyê got.