Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî sê xwekujan li Bexdayê digrin

Sê xwekuj li dergehê rojavayî yê Bexdayê hatin girtin dema ku hewil didan ji parêzgeha Enbarê derbasî paytexta Iraqî bibin, wezareta hundir roja Înê (21 Tîrmehê) got.

"Hêzeke wezareta hundir sibeha roja Înê sê xwekuj girtin dema ku wan hewil dida bi wesayiteke bi teqemeniyan tijîkirî ji xala pişkinînê a Suqûr ya di navbera Bexda û Enbarê derbasî Bexdayê bibin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Terorîst li ser bingeha agahiyên îstixbaratî yên pêşwext ku ji polîsên Remadî hatibûn wergirtin hatin naskirin," daxuyaniyê got.

Gumanlêkirî hatin veguhestin bo saziyeke girtinê a taybet, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500