Şêniyên bajarokê Kerma yê li Enbarê, nêzîkê Felûca ye, yên aware li gorî planeke bêşwext amadekirî vedigerin warê xwe, Encumena Parêzgeha Enbarê roja Pêncşemê (1'ê Îlonê) got.
"Rêveberiya xwecihî û hêzên ewlehiyê îro karwana yekem a şêniyên ku vedigerin malên xwe li Kerme wergirt piştî ku wan kampên awareyan li pişt xwe hiştin," serokê encumenê Sebah el-Kerhût got.
"Êdî bajarok dîsan niştecihkirî ye û amadekariyên wergirtina wan bi alîkariya NY hatine encamdayîn," wî anî ziman jî. "Dê vegera wan gav bi gav be daku deriyên bajarok qerebalix nebin û dîsan terorîst bi dizî tê re derbas nebin."