Nûçeyên Iraqê

NY kehrebeyê ji Qima Îraqê re dabîn dike

NY îlan kir ku ew plan dike ku bajarokê sînorî Qaim ê parêzgeha Enbarê bi kehrebeyê dabîn bike bi rêya generatorên mezin , encumena parêzgeha Enbarê îro Înê (15ê Kanûna Yekem) got.

Ev gav weke beşekî ji hewldanên nûavakirina bajarên Îraqê yên nû ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin tê.

"Programê pêşxistinê yê NY 40 generatorên mezin, her yek kapasîteya wî 250 KVA ye, ji bo Qaimê terxan kirin," berdevkê encumenê Ferhan Mihemed di daxuyanîyekê de got.

"Armanc ew e ku em kehrebeyê ji niştecîyan re dabîn bikin û piştgirîya hewldanên seqamgêrîkirinê li bajarok bikin," wî got. wî not kir jî ku "binesazîya enerjîyê 100% hatiye wêrankirin û demeke dirêj heta nîvê sala 2018an divê daku were vegerandin, eger temwîla pêwîst were terxankirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500