Hêzên Iraqî bi awayekî serkeftî barhilgireke bi teqemeniyan bomberêjkirî li başûr-rojhilatê Bexdayê bêbandor kir, polîsê Iraqî roja Sêşemê (30'ê Tebaxê) got.
"Hêzên ewlekairyê barhilgireke modêla Marsîdis ku bi teqemeniyan bomberêjkirî bû pûçkirin piştî xeberlêdana ji aliyê niştecihan ve," eqîd Ehmed Ebdul Selam, birêveberê polîsê amade li taxa Rusafa li Bexdayê got.
"Ev barhilgir dora 200 kîlogram teqemenî û tiştên din yên tên şewitandin din hildigirt û li kêleka rêyeke giştî ya ku niştecih û hêzên ewlekairyê li Ereb Cibûr bikar tanîn hatibû sekinandin," wî ji Diyaruna re got, bal jî kişand ku dibe destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" di tê de hebe.