Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî deverên Mûsilê yên nû ji bermahiyên şer paqij dikin

Yekîneyên artêşa Iraqî çar taxên din lli rojavayê Mûsilê ji teqemenî û mayînên ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pey xwe hiştine paqij dikin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê roja Duşemê (7ê Tebaxê) got.

Nêzî 1,400 tonên teqemenî û madeyên metirsîdar hatine rakirin weke beşekê ji operasyona paqijkirina bajar pêşiya ku rê bidin niştecihan vegerin, fermandariyê got.

"Yekîneyên atêşê yên andazyarî û pûçkirina teqemeniyan 136 mal û dikanên bi teqemeniyan bomberêjkirî û 79 wesayitên sekinî bêbandor kirine, û zêdetirî 200 bombeyên bidestçêkirî û mayîn ji taxên Xezrec, Hedîd, derdora Mizgefta Nûrî, Kolana Fettah rakirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ragihand.

Operasyon niha lidar in daku piştrast bibin ku hemû teqemenî û çekên ku DAIŞ pişt xwe hiştine hatine rakirin beriya ku rê bidin tîmên nûavakirinê ji elektrîkê û şaredariyê û wezaretan ku derbas bibin," wî got.

"Saetên kar hatine dirêjkirin daku karê bi şev jî li xwe bigre daku temamkirina misyonê bileztir bibe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500