Nûçeyên Iraqê

Êrîşkerên DAIŞ êrîşî zemawendekê li nêzî Kerbela kirin

Pênc endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) êrîşî zemawendekê li Ên Temir nêzîkî Kerbela kirin, di encamê de18 kes hatin kuştin, Navenda Fermandariya Operasiyonên Firatê roja Duşemê (29'ê tebaxê) got.

"Kilaşînkof û bombeyên destan di dest wan de bû.kesekî ji wan xwe teqand û yên din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin," serokê Fermandariya Operasiyonên Firatê, Qeyis Xelef got.

Endamê encumena herêmî û çavkaniyekê ji rêveberiya tenduristiya bajêr hejmara kuştiyên di vê êrîşê de, ku roja Yekşema borî qewimîbû,piştrast kir û got ku herî kêm 26 kesên din birîndar bûne, AFP ragihand.

Pênc endamên malbatekê di nav miriyan de hebûn, li gorî berpirsekî tenduristiyê li parêzgeha Kerbela,

DAIŞ berpirsyariya êrişî bi rêya ajansa xwe ya nûçeyan Aemaq, li xwe girt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500