Nûçeyên Iraqê

Tukikye dibêje ku dvê herêma sînorî li Sûriyê ji DAIŞ bê "paqijkirin"

Turkiye roja Duşemê (22'ê Tebaxê) got ku divê çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi yekcarî ji herêma sînorî li Sûriyê bên derxistin, piştî ku ku herî kêm 54 kes di bombeyeke xwekujî dawiya hefteyê bûne qurbanî, li gorî AFP.

"Dibe sînorê me bi awayeke temam ji DAIŞ bê paqijkirin," Wezîrê Derve Mevlut Cavusoglu got, dema girûpe bi "rêkxistineke terorî" wesf kir.

"Em dê heta dawiyê şerê DAIŞ bikin û berdewam bin di piştgirîkirina welat û hêzên ku şerê wan dikin," wî got.

Zarokekî xwekuj, ku temenê wî di navbera 12 û 14 salan de ye", bi pêkanîna êrîşa bi fermana DAIŞ li ser zemawendeke li Entabê derengê şeva roja Şemeyê tê tometbarkirin, li gorî Serokê Tirkî Recep Teyip Erdogan.

Bûk û zava bi lez ji bo nexweşaneyê hatin veguhestin lê birînên wan ne giran bûn, û 66 kes roja Duşemê hîn li nexweşxaneyê bûn, 14 ji wan di rewşeke dijwar de ne.

Emîndarê Giştî yê NY Ban Ki-moon êrîşç şermezar kir û daxwaza cezayeke bilez ji tawanbaran re kir, û tekez li ser "pêwistiya çirkirina hewilên herêmî û navdewletî yên jibo rêgirtin û rûbirûbûyîna terorîzim û tundûtûjiyan kir".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500