Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor: Alîkarî digihe bêwarên Sûrî yên ji Efrînê

Alîkarîyên mirovî roja Sêşemê (20ê Adarê) gihiştin malbatên bêwar li bajarokê Sûrî yê bakurî Tel Rifet, ên ji ber êrîşa li Efrînê reviyane, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor got.

Bi deh hezaran xelk ji Efrînê revîyan daku penagehê li Tel Rifetê peyda bikin, AFP ragihand.

Rewşa mirovî li bajarok dijwar e û roja Sêşemê ICRC û Heyva Sor ya Erebî ya Sûrî dest pê kirin pêdivîyên ku gelek hewcedarî bi wan heye dan.

"Kerwana ji 14 kemyonan 25 tonên mirtî ji alîkarîyên mirovî dihewandin. Belavkirina nan, betanî û şûşeyên avê dest pê kir," Incî Sedkî berdevka Xaça Sor got.

Di danan de potik, firaxên pêjxaneyê û depoyên avê hebûn.

Li gorî NY, dora 100,000 kes ji ber şerê li Efrînê rviyane, lê Rewangeha Sûrî bû Mafên Mirov dibêje dibe ku hejmar bigihe 205,000 hezaran.

Dora 75,000 kes reviyane Tel Rifetê tenê, li gorî Ofîsa NY bo Hevahengîkirina kar û barên mirovî (OCHA).

"Ev herikîna mezin ji kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne barekî dide ser milên civakên mêvandar, yên ku ew ji berê de pêwrhatî ne," OCHA roja Duşemê got.

Ref ji bajarok hatin rakirin ji ber her 16 dibistanên wî weke penagehan hatin bikaranîn. siwênxaneyeke tendirustî ya tenê ji hemû bêwaran re bû, OCHA got.

Û 24,000 kes ji Efrînê revîyan ber bi bajarokên Nubul û Zerayê yên li jêr kontrola rêjîmê, NY gotiye.

Xaça Sor û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî 2,700 doşek belav kirin, 12,000 betanî û pêdivîyên sereke ên din li kesên bêwar li wê derê belav kirin, the Xaça Sor roja Sêşemê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500