Hêzên Iraqî sê qereqolên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Miqdadiya, li bakurê-rojhilatê Baquba hatin wêrankirin, berdevkekî leşkerî roja Çarşemê (17'ê tebaxê) got.
"Hêzên hevbeş ên artêş û polîs operasyonên bi baldarî li bakurê Muqdadiya, 35 kîlomitir li bakurê-rojhilatê Baquba hatine lidarxistin, û sê qereqolên DAIŞ hatin dîtin û wêrankirin ku ji aliyê komê ve weke cihê runiştin û razanê û ji bo veşartina çekan dihatin bikaranîn," Fermandarê Operasyonên Dîcle ya artêşa Iraqî ferîq Mezher el-Ezawî di civîneke çapemeniyê de got.
"Herwiha dermanên bikarhatî ji bo demankirina endamên birîndar yên DAIŞ di operasyonê de hatin desteserkirin," wî got.