Nûçeyên Iraqê

Artêş û polîs bingehên DAIŞ li Diyala wêran kirin

Hêzên hevbeş yên artêşa Iraqî û polîs roja Duşemê (30ê Kanûna Duyem) operasyoneke ewlekariyê li bakurê-rojhilatê Diyala destpê kirin, ku di encamê de sê xaniyên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wêran kirin, fermandariya polîs li parêzgeha rojhilatî li Iraqê got.

"Hêzên hevbeş ên ewlekariyê dest bi operasyoneke ewlekariyê ya berfireh li zincîra çiyayê Hemrînê li Wadî Hedîdî, Wadî Talib, û girên Îmam Weys kirin, û di encamê de sê xaniyên DAIŞ hatin vedîtin û wêrankirin," li gorî daxuyaniya polîsê Diyala.

"Cara yekem bû ku mîtor di operasiyonê de ji ber xwezaya erdnîgarî û hebûna gelek newalên serukaş li navçeyê hatin bikaranîn," daxuyaniyê got.

"Istixbaratan eşkere kir ku hejmarek ji serkêşên DAIŞ li van navçeyan vedihewin, bi taybetî piştî ku ew ji Mûsilê reviyan paş êrîşa leşkerî ya li wir," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500