Nûçeyên Iraqê

Iraq pênsed şîniyên Hewîce xelas dike

Zêdetirî ji 500 kesî ji Hewîca, ya ku di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ye, jibo kampa Kerkûkê hatin veguhestin, Wezareta Iraqî ya Koç û Koçberan roja Sêşemê (16'ê tebaxê) got.

"Tîmên hewarçûnê yên wezaretê 524 kes ji Hewîca veguheztin bo kampa penaberan ya Newroz di du rojên dawî de," Birêveberê giştî yên karûbarên koçberiyê li wezaretê, Sitar Newroz, di daxuyaniyekê got.

"Welatiyên xelaskirî ji ber arîşeyên tenduristî û derûnî û kêmxwarinî, bi taybetî jin û zarok dinalin, û guhlêdana pêwîst ji bo wan hat pêşkêşkirin," wî got.

Got jî ku welatî bi basên taybet ji bo kampa Kerkûkê hatin veguhestin, di demekê de ku bi gihiştina wan bo kampê şaxê wezaretê alavên xwarin û navmalê li wan belavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500