Nûçeyên Iraqê

Peyvdarek: Hêzên Iraqî 80% ji rojhilatê Mûsilê rizgar kirine

Hêzên Iraqî herî kêm 80% ji rojhilatê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirine, berdevkê hêzên taybet ku bserperiştiya kampanyayê dike got, AFP ragihand.

"Ez texmîn dikim hûn dikarin bêjin ku me 80 heta 85%" ji rojhilatê Mûsilê rizgarbûyî ye,Sebah el-Numan, berdevkê Ajansa Dije-Terorê ji AFP re got.

"Hêzên me ala Iraqê li ser heft avahiyên dewletê li beşê rojhilatî yên bajêr hildan, di nav de avahiya dadweriyê, avahiya komyûnîkasyonan , avahiya postê, Desteya weberhênanê, Beşê Bacê, Desteya Kehrebê û Avê û wargeha keçan a Zankoya Mûsilê', fermandarê operasyonên Nînewa ferîq Ebdul Amir Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

Herwiha çend deverên ji taxên Nema û Bab Şems hatin rizgarkirin, wî got.

"Hêzên me pêşketinên mezin li ser zemînê ji bo roja sêyem pêk tînin," wî got.

Hevdem, hejmara kesên yên ku aware bûne ji destpêkê operasyonên Nînewa ve gihiştiye 173.584 awareyan, Wezareta Koç û Koçberan ya Îraqî roja Çarşemê got,

"Tîmên wezaretê, îro 2,320 kes ji bajarên Hewîca,Til Ebta, Qusyet,Til kêf û Qerac, û taxên Somer, Nebi Yunis, Filistîn û Xufran li Mûsilê wergirtin", berdevkê wezaretê Setar Newroz di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500