Hêzên Pêşmerge yên Iraqê operasyonek li rojhilatê mîhwera bakurî ya Mûsilê ya grûpa "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Duşemê (15ê Tebaxê) temam kirin piştî vegerandina neh gundan, AFP ragihand.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê got ku operasyon berî serê sibeha roja Yekşemê destpê kir û "armancên xwe yên sereke pêk anîn".
Nêzîkî 5,500 pêşmerge bi piştigiriya balafirên hevpeymaniyê di operasyonê de beşdar bûn û devereke 120 kîlometrên çargoşeyî vegerandin.
Ev devera, nêzîkî Xazirê, li ser rêya sereke di navbera Mûsil û Hewlêrê de ye.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îdia kir ku di operasyona du-rojî de 140 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û 14 otombîlên bombekirî hatin wêrankirin.
Efserekî pêşmerge di konferanseke rojnamevanî de got ku di dema operasyonê de çar endamên hêzên Kurdî hatin kuştin û 34ên din birîndar bûn.