Nûçeyên Iraqê

Malbetek di teqîneka malekê de li Şerqat hat kuştin

Malbatek bi temamî hat kuştin dema ku malek bombekirî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatibû bombekirin li Şerqat li bakurê parêzgeha Selahedîn teqiya, polîsên Iraqî roja Duşemê (15ê Tebaxê) gotin.

"Malbatek ku ji bavekî, dayikekê û sê zarokên ku temenên wan di navbera sê û heşt salan de bûn pêk dihat hat kuştin dema ku maleke bombekirî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn bombekirin li Şerqatê teqiya," alîkarê rêveberê polîsên Selahedîn Fadil el-Salimî ji Diyaruna re got.

"Malbatê hewl dida di tariya şevê de bireve û derbasî malekê bûn daku xwe ji kemînên DAIŞê veşêrin lê ew di tawaneke bizdêner de hat kuştin," wî got.

El-Salimî berpirsiyarî xiste stûyê grûpê ji ber ku "bi dehên malan li Şerqatê bomberêj kirine daku wan bikin kemîn û xelkê bêsûc bikujin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500