Nûçeyên Iraqê

Operasyona paqijkirina Felûce ji teqemeniyan berdewam e

Çarêka Felûce ji mîn, bombeyên bidestçêkirî û malên bombekirî ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li pey xwe hiştin hatiye paqijkirin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Çarşemê (10ê Tebaxê) got.

Tîmên endazyarî yên Wezareta Berevaniyê herwiha "veşargehên cebilxaneyan, rokêt û avêjerên rokêtan ku DAIŞê li pey xwe hiştibûn bi armanca ewlekirina hemû deverên bajarok berî rêdan ji welatiyan re ku vegerin deverên rizgarkirî” paqij kirin, berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

“Hêzên ewlekariyê mamele ligel heşt bombeyên bidestçêkirî kirin, 1,560 mal û 48 kargehên çêkirina bombeyan jihev xistin, dest danîn ser 52 depoyên çek, bombeyên bidestçêkirî û cebilxaneyê, û 240 kîlometir ji rêyên sereke û şaxî yên Felûce paqij kirin,” wî got.

“Kar berdewam e ji bo ewlekirina temam a bajêr,” wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500