Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 31 xanîyan li Şingalê ji teqemenîyên DAIŞê paqij dikin

Hêzên Îraqî bi sedan xanî li Şingalê ji bermahîyên şerê "Dweleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqê îroj Çarşemê ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê di çar heftîyên borî de 31 xanî li Şingalê ji teqemenî û bombeyên ku DAIŞêli pey xwe hiştibûn paqij kirin," peyvdarê wezaretê emîd Yehya Resûl wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku "firqeya 2yê ya artêşa Îraqî operasyoneke teftîşê li gundê Tel Cewayê li Şingalê pêk anî, û sê kîlometir ji rêyan paqij kirin."

Herwiha hêzên ewlekarîyê 20 bombeyên bidestçêkirî li devera Xerab Bêk dîtin, bêyî tu bûyer biqewime ji alîyê yekîneyên endazyarî yên artêşê hatin jihevxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500