Sala 2016an dê sala dawî be ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kontrola xwe li ser erdan li parêzgeha Enbarê hebe, Fermandarê Operasyonên Serbazî yên Enbarê Lîwa Îsmaîl el-Mehelawî roja Pêncşemê (4ê Tebaxê) got.
“Hêzên Iraqî îsal Felûce, Kerma, Seqlawiya, Hît, Ezreqiya, Rutba, û Girava Xalidiya rizgar kirine, ligel 213 gund û gundik li parêzgehê, gelek xwîn ji xelkê Iraqê bi hemû pêkhateyan hatiye rijandin,” el-Mehelawî ji Diyaruna re got.
“DAIŞê bi hezarên endamên xwe jidest dane ku hatine kuştin an jî birîndar bûne û wêneya wan hatiye qelskirin û morala wan gelekî hatiye şikandin,” wî got.
Hebûna DAIŞê niha li beşa bakurê rojavayê parêzgeha Enbarê li ser sînorê Sûriyê kom bû ye, wî got, û "em dê êrîşî van deveran bikin ji bo bidawîanîna hebûna wê di herçar mehên mayî ji salê de”.
“Dawiya 2016an dê dawiya DAIŞê be weke hêzeke heyî li ser erdê û dê bibe şane û çeteyên belavbûyî ku bi vî awayî wê jinavbirina wê gelekî asantir be” wî got jî.