Nûçeyên Iraqê

Piştevaniya cîhanî bi Iraqiyan re piştî teqîna Kerada

Li gorî AFP, nameyên piştevaniyê ji Nîs û bajarên din ên ku rastî êrîşên terorîstiyane hatine roja Çarşemê (3'yê Tebaxê) ji şêniyên Bexdayê re hatine şandin, piştî derbasbûna mehekê li ser teqîna herî kujêner ku paytexta Iraqê kiribû hedef.

Di çalakiyeke biçûk de ku ji aliyê koma kampaniya cîhanî ya Avaz ve li qada Tehrîr li navenda Bexdayê hate lidarxistin, çalakvanan poster daleqandin û postkartên ku name di hundirê wan de bûn belav kirin.

"Bi hizr û dilê xwe bi qurbaniyan re me, em qet wan jibîr nakin," nameyeke bi îmzeya Manon, ku ji bajarê Riviera Fransî Nîs e, ku di 14'ê Tîrmehê de kamyonek di nav komebûnekê de teqiya û canê 84 kesan çinî, hat xwendin.

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ew êrîş lixwe girt.

DAIŞ berpirsiyariya xwe ji êrîşeke xwekujî bi otombîleke bombekirî roja sêyê Tîrmehê li Karadaya Bexdayê ragihand ku hikûmet dibêje ku têde herî kêm 323 kes hatin kuştin.

"Xelk ji hemû guncikên cîhanê di heftiyên dawî de rastî êrîşên terorî yên hov hatin, lê ji Parîsê heta bi Bexdayê, ji Mogadîşo heta bi Kabûl, em bi yekrêzî li hember hewlên parçekirina me radiwestin," rêveberê kampaniyaya Avaz Luis Morago got.

"Hemû Iraqî baş dizanin dê çi biqewime eger em parçe parçe bibin û li djî hev bixebitin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500