Hêza asmanî ya Iraqî sê cihên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Enbarê sibeha roja Çarşemê (3'yê Tebaxê) wêran dike, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî got.
"Li ser bingeha agahiyên îstixbaratî û hevahengiya bi xelkên deverê re li navçeyên di bin kontrola DAIŞ de li Huseyba, nêzîkê el-Qaim, hêza asmanî veşargeheke çek û cebilxaneyan, cihên nivistina terorîstên DAIŞ, û cihekî sêyêm ku DAIŞ weke dadgeheke "Şarîeyê" bikar tanî wêran kir," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Her sê cih bi temamî hatin wêrankirin, teqemenî û çekên li wir hatin rûxandin, herî kêm 20 terorîst hatin kuştin, û 50 terorîstên din jî di êrîşa asmanî de birîndar bûn.