Balafirên şer ên hevpeymaniyê yek ji qesrên Sedam li Mûsilê ku weke bingeheke rahênanê ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve dihat bikaranîn bombebaran kirin, AFP roja Çarşemê (3'ê Tebaxê) got.
Çavdêriya çirûpir piştrast kir ku DAIŞ ev qesr û erda wê yê berfireh weke baregeh û navenda rahênana çekdarên xwe yên biyanî bikar tanî, Wezaretê Berevaniya Brîtanya got.
Di komlgeheke ewle de li ser beravên Çemê Firat, avahiya sereke ya qesrê weke cihê niştecîbûnê û civînan dihat bikaranîn.
Ew cih herwiha hejmarek ji avahiyên din pêk tê ku "ji bo fermandarî, kontrolkirin, rahênan, ewlekariya navxwe û zordariyê dihatin bikaranîn," wezaretê got.
"Analîzên destpêkê nîşan didin ku erkê hevpeymaniyê serkeftî bû," hat gotin.