Nûçeyên Iraqê

Tunêleke DAIŞê li Kerkûkê tê wêrankirin

Tunêleke jêrzemînî ya mezin ku weke veşartgehekê ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihat bikaranîn li Kerkûkê hat wêrankirin di operasyoneke ewlehî de îroj Sêşemê (2yê Cotmehê), Wezareta Berevanîyê ya Îraqî ragihand.

"Li ser bigeha agahîne hewalgirî, hêzên ewlekarî û yên artêşê veşartgeheke mezin a DAIŞê li gundê Necatîyayê li Hewîcayê dîtin, 55 kîlometran li başûr-rojavayê Kerkûkê," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê dîyar kir jî ku endamên DAIŞê ev tunêl weke cihekî veşartinê bi kar tanîn piştî pêkanîna êrîşên terorîst, û da zanîn jî ku çek, teqemenî û metryalên tirsnak li wê derê hatin dîtin.

"Tunêl bi temamî hat wêrankirin û hemû tiştên di hundirê wê de hatin desteserkirin," daxuyanîyê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500