Nûçeyên Iraqê

UNESCO çiravên Iraqê weke cihê mîrata cihanê binav kir

UNESCO çiravên Iraqî weke Şûna Mîrata Cihanê binav kir, ev yek xaleke girîng e ji welatekî ku girûpên tund her hewil didin dîroka wî ji nav bibin, AFP roja Duşemê (18'ê Tîrmehê) ragihand.

Ev devera navkirî "ji heft cihan pêk hatiye: sê cihên arkeolojî û çar erdên ter ên deverên çiravê li başûrê Iraqê," UNESCO got.

"Cihên arkolojî yên Uruk û Ûr û cihê Tel Erîdu yê arkeolojî beşek ji bermahiyên şarên Somerî ne û cîwarên pêşketî li başûrê Mesopatamya di navbera hezarsaliya 4'ê û 3'yê beriya zayînê de ne," got.

"Ehwarên Başûrê Iraqê -- bi çiravên Iraqî jî tên naskirin -- bê hampa ne, weke yek ji mezintirîn sîstema deltaya hundirîn li cihanê, di jîngeheke gelek germ û ziwa de ye," UNESCO got.

Iraq ji 2003'an de pileya Mîrata Cihanê ji çiravan re dixwaze.

Serokwezîr Heyder el-Ebadî derbarê biryara UNESCO pîrozahiya gelê Iraqê kir, û sipasiya "tevahiya kesên ku di vê serkeftinê başdarî kirine" kir.

Kultur dê li Iraqê bidomîne "tevî wêrankirinê û hilwişandina mîrat û keleporên Iraqê ji aliyê çeteyên terorist ên berberî ve", wî anî ziman jî, bal jî kişand ser wêrankirina parçên şûnwarî li Mûsilê, Nemrûd û Hedra, ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500