Hêzên Iraqî li Felûca dest bi operasyonekê kirin ji bo rakirina mayîn û bombeyên bidestçêkirî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine çandin bo amadekirina vegera malbatan, qayimeqamê bajêr Îsa el-Sayir roja Înê (15'ê Tîrmehê) got.
"Firqeyeke endazyarî ya artêşê û fewca polîsan a rakirina mayînan roja Înê dest bi operasiyonê kirin piştî ku kifşkerên pispor gihan," el-Sayir ji El-Şurfa re got.
"Beşên şaredariyê her dema ku erkê, ku dibe çend hefteyan dom bike, temam bibe dê derbasî bajarok bibin ji bo paqijkirina bajarok û vegerandina xizmetên av û elektrîkê," wî got.
"Armanc bilezkirina vegera malbatan e bo Felûca û vegerandina hestê normalîzebûnê ji jiyana wan re ye, weke berî dema ku DAIŞ wê dagir bike," wî got.