Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Malbatên aware yên Felûce dest bi proseya vegerê dikin

Xalid El-Tayî

Otombîlên şewitî ji kolanên Felûce tên rakirin weke beşekî ji hewlên hikûmeta xwecihî ji bo amadekirina bajêr ji kesên vegeriyayî re. [Wêne ji Şaredariya Felûca]

Otombîlên şewitî ji kolanên Felûce tên rakirin weke beşekî ji hewlên hikûmeta xwecihî ji bo amadekirina bajêr ji kesên vegeriyayî re. [Wêne ji Şaredariya Felûca]

Desthilatên Iraqî daxwaz ji xelkê aware yên ku dixwazin vegerin Felûca kirin ku formeke ewlekarî dagrin ku dê agahiyan derbarê pişkinîna paşxanê bide wan, gotin jî ku berpirsên xwecihî pilan dikin ku ji meha bê ve dest bi wergirtina xelkê bikin .

Xelk dikarin daxwaznameyê li ser malpera fermî bidest bixin: www.alfalluja.net

"Ev form daxwaza hûrgiliyên kesane li dor xwediyê malbatê, karê wî, cihê niştecîbûna mayinde ya malbatê û cihê awarebûna wê yê niha dike, ligel daxuyaniyekê derbarê gelo ti endamên wê malbatê li derveyî welat hene yan girêdana wan bi rêxistinên terorîst heye yan na," endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Rajî Berekat Eyfan got.

Form bi hevahengiyê ligel ofîsa serokwezîr hatiye pêşxistin jibo asankirina proseya daxwaznamya vegerê ji kesên vegeriyayî re, wî ji Diyaruna re got.

"Komîteyeke hevbeş heye, ku ji aliyê qayimeqamê Felûca û ajansên îstixbaratî û ewlekariyê ve hatiye pêkhatin, ku berpirsiyariya wê pişkinîna van daxwazan e û pişrtaskirina paşxana ewlekarî ya malbata ku dixwaze vegere," wî got.

Di naverasta Îlonê de, wî got, gerek xelk bikaribin vegerin bajar.

"Ev dê vegereke hin bi hin be, bi awayê karwanan di heyamên nêzîkî hev de," wî got, anî ziman jî ku her karwaneke vegeryayîyan dê herî kêm ji 1,000 malbatan pêk were.

Bi hezarên daxwaznameyan

"Me vê hefteyê nêzîkî 10,000 daxwazname wergirtin," cîgirê qayimeqamê Felûca Îsa el-Sayir got.

"Dibe ku daxwaznameyên ku ji awareyên deverên Hesî û Nesaf, li başûrê rojavayê Felûca, hatine wergirtin meha bê werin pişkinîn û piştre [em dê] hewl bidin ku wan vegerînin deverên wan ên berê," wî got.

Rêveberiya xwecihî hemû hewlan dide ji bo vegerandina xizmetguzariyên sereke berî ku vegera xelkên aware destpê bike, wî got, anî ziman jî ku şaredariyê paşmahî, otombîlên şewitî û madeyên teqîner ji kolanên sereke yên bajêr rakirine.

"Pirojeya avê ya taxa Eskerî û pirojeya avê ya Felûca Kevin, ligel du pirojeyên din, bo kar hatin vegerandin ji bo pêşkêşkirina ava vexwarinê ji xelkê vegeryayî re," wî got jî.

Rêveberiya Elektirîkê dest bi xebitandina bingeha elektirîkê li devera Seqlawiya kir piştî danîna guherênerên bi karîna 63-megawatî, wî got.

Herwiha, wî got, karê çakirinê ji bingeha kanalîzasyona bajêr û beşek ji jêrxaneya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine wêrankirin re pêk tên, di nav de "Pira Nû" ya Felûca li navenda bajêr.

"Lêkolînên meydanî ji dezgehên ku zerer gihaye wan hatine amadekirin daku dest bi çakirina wan di demeke nêzîk de bê kirin," wî got jî.

"Hêzên ewlekarî karîn bi hezarên bombeyên bidestçêkirî û mayînên ji aliyê DAIŞ ve hatine çandin pûç bikin," wî got, anî ziman jî ku bajar bi awayekî giştî ewle ye, û yekîneyên endazyariya serbazî kar li ser rakirina teqemeniyan ji hinek rêyên mayî dikin.

Hêviya bilezkirina vegerê

Encumena parêzgeha Enbarê hewl dide ku vegera xelkê aware yê Felûca bilez bike, endamê encumenê Ferhan Obeydî ji Diyaruna re got.

Forma ewlekarî ya gerek "hewleke girîng e ji bo piştrastbûn ji nevegera kesên ku tevlî çeteyên DAIŞ bûne yanjî kesên ku destên wan di rijandina xwîna xelkê bêsûc de heye", wî tekez kir.

"Girîng e ku daxwazên vegerê bi pîşeyî û bi baldariyeke hûr bên pişkinînkirin," wî got jî.

Hevdem, hewlên nûavakirina Felûca bi awayekî baş berdewam in, Obeydî got.

"Jêrxane di gelek sektorên xizmetê de dê hewceyî demeke dirêj û çavkaniyên bêtir be jibo çakirinê," wî got. "Lê rêveberiyên hikûmeta xwecihî li bajar niha li ser vegerandina xizmetên sereke kar dikin jibo pêşkêşkirina saziyên aramiyê û jibo destpêkirina jiyaneke normal ji xelkê vegeryayî re."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500