Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dest datînin ser kargehên bombeyan ên DAIŞê li Felûce

Hêzên Iraqê dest danîn ser gelek kargehên bombeyan û zêdetir ji 750 roketên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Felûce, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Pêncşemê (14ê Tîrmehê) got.

“Hêzeka operasyonan a taybet ji Firqeya 1ê ya Destêwerdana Bilez operasyonek li el-Dubat II, li Felluce pêk anîn, û dest danîn ser sê kargehên bombeyan, 757 roketên Hellfire, 300 kîlogramên teqemeniyan, heşt roketên Katyoşa û 19 agirqijîner, û pênc serikên rokêtan,” di daxuyaniyê de hat gotin.

Endezyarên ji Firqeya 1ê ya Destêwerdana Bilez a artêşa Iraqî 70 bombeyên bidestçêkirî û sê malên bombekirî li Felûce pûç kirin, fermandariyê di daxuyaniyeka xwe de got.

Ligel vê yekê, hêzeka ji Lîwaya Îstixbaratî ya 22ê, bi hevkariyê ligel Ajansa Ewlekariya Netewî, baseka ku çar kesên xwekuj têde bûn li ser rêya Bexda-Samera armanc girtin û ew kesên têde kuştin, di daxuyaniyê de hate gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500