Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya navdewletî du çeperên DAIŞ li Qaimê dihilweşîne

Balefirên hevpeymaniya navdewletî bi hevahingiya hêzên Iraqî li Enbarê du çeperên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li Qaimê nêzîkî sînorê Sûriyeyê kirine armanc û ew hilweşandin, Fermandariya Operesyonên Enbarê îro Pêncşemê (28ê Îlonê) got.

Cihê armanckirî yê yekem li Mekir Sayib diket, herî kêm deh endamên DAIŞê û çekin têvil pere têde dihatin hewadin, berdevkê fermandariyê eqîd Mihemed Dilêmî got.

Cihî armankirî yê din li Husybayê diket, depoyek ji 300 roketên meda wan kin tê de hebû, hemû hatin ruxandin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500