Nûçeyên Iraqê

Birayê êrîşkarê Parîsê ji ber çûnyîna bo Sûriyê hat cezakirin

Birayê yek ji êrîşkarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku tawanbar in bi pêkanîna êrîşên kujêner ên Parîsê di Mijdara borî de roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) bi neh salan hate cezakirin li ser tometên girêdayî terorê, AFP ragihand.

Kerîm Mihemed-Aggad, ku birayê wî Fûad yê ku piştî êrîşên 13'ê Mijdarê ku di wan de 130 kes hatibûn kuştin hat naskirin, bi tevlîbûna şerê Sûriyê navbera Kanûna 2013'an û Nîsana 2014'an ve hat tawanbarkirin.

Şeş êrîşkarên din ên girûpa ku bi navê girûpa Strasbourg tê naskirin ku di heman demê de li Sûriyê bûn cezaya zindankirinê ji şeş heta heşt salan li wan hat birîn.

Tometa fermî girêdana bi tawanan re ligel niyaza pêkanîna karên terorê bû.

Dadgeha Parîsê herwiha ferman da ku êrîşkar bo lîsteya çavdêriya terorê ya Fransa werin zêdekirin.

Parêzerê Mihemed-Agad got ku ew dê hukmê li ser wî tane bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500