Nûçeyên Iraqê

Wezîr: Hijimara kuştiyên teqîna Bexdayê gihişte 292

Tê idîakirin ku teqîna Bexdayê ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatiye kirin ku têde 292 kes hatin kuştin, wezîrê tenduristiyê got Sêşem (7'êTemûzê),hejmar jî zêde dibe, ku tê idîakirin ku yek ji êrîşên herî bi xwîn bû li Iraqê, AFP ragihand.

Xwekujek bi wesayîteke bombe lêbarkirî li bazara qelebalix li taxa Keradaya Bexdayê di demek zû de roja Yekşemê xwe teqand, pêş betlaneya roja cejna fitrê ya pîroz di dawiya meha remezana pîroz de.

Di daxwiyaniyekê de ku roja Pêncşemê hat belavkirin, Wezîra Tenduristiyê Edila Hemûd got ku nasnameya 177 kesan ku di teqînê de hatine kuştin nehatine diyarkirin, lê belê,termê 115'an ji bo malbatên wan hatine radestkirin.

Wezîr got ku prosesa naskirina hemû termên nenas dê di navbera15 û 45 rojan de bê xuyanîkirin .

Herweha êrîşê 200 kesên din jî birîndar kir,Hemûd got,

Teqîn hêrseke giştî di nav Iraqiyan de durist kir,normal bû ku cejn bi kêfxweşî be,lê şîn û xemgînî dewsê girt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500