Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rêyeke stratejîk li rojavayê Samera vedigerînin

Rêya sereke ya Zîra Dîcle, ku Samera bi Remadî ve girê dide, bi temamî ji bin kontrola ”Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” (DAIŞ) hat derxistin û hêzên ewlekariyê niha li ser dirêjahiya rê bicih bûne, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) got.

“Hêzên Iraqî êrîşî hejmarek ji cihên DAIŞ li ser vê rêya sereke kirin di herdu rojên borî de, rêya 80-kîlometiran dirêj vegerandin û mayîn û bombeyên bidestçêkirî rakirin,” berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji el-Şurfa re got.

“Vegerandina rêya sereke ya stratejîk gaveke girîng e ji ber ku pêwendiyên teroristên DAIŞ li ser erdê navbera bakur û rojavayê Iraqê de bi temamî qut dike,” wî got, anî ziman jî ku ”gelek endamên DAIŞ di operasiyonê de hatin kuştin.”

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500