Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraq dê dergehê sînorî yê Tirêbîl piştî rizgarkirina Rutba veke

Xalid el-Taî

Hukmeta Iraqê kar dike ji bo berdewamkirina operasiyonan li dergehê sînorî yê Tirêbîl li ser sînorê bi Urdunê re piştî ku bajarokê Rutba yê nêzîk hat rizgarkirina ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji rûpela Facebook a Wezîrê Hundir ê Iraqê Mihemed el-Xebban]

Hukmeta Iraqê kar dike ji bo berdewamkirina operasiyonan li dergehê sînorî yê Tirêbîl li ser sînorê bi Urdunê re piştî ku bajarokê Rutba yê nêzîk hat rizgarkirina ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji rûpela Facebook a Wezîrê Hundir ê Iraqê Mihemed el-Xebban]

Iraq hewldanan dike ji bo nûvekirina dergehê sînorî yê Tirêbîl li ser sînorê bi Urdunê re, ku girtî ye ji bo tevgera rêwiyan û bazirganiyê ji dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bajarokê Rutba û çend deverên sînorî yên din li rojavayê parêzgeha Enbarê dagir kirin berî nêzîkî du salan.

Di naverasta Gulanê de, artêşa Iraqî, bi piştgiriya şervanên xwecihî, çekdarên DAIŞ derxistin û bajarokê Rutba, ku dikeve ser rêya dergehê sînorî yê Tirêbîl, vegerandin bin kontrol xwe.

Piştî demeke kurt, hêzên Iraqî dest bi paqijkirina rêya navdewletî, ya ku wî bajarokî bi dergehê sînorî re girê dide, ji teqemeniyan kirin, fermandarê operasiyonên el-Cezîra û el-Badiya Lîwa Qasim Mihemed Salih got.

"Me nêzîkî 250 bombeyên ku ji aliyê teroristan ve li herdu aliyên rê hatibûn çandin rakirin," wî ji Mewtinî re got. "Me herwiha bombeyên çandî li gelek dikan û rawestgehên ku li ser rê bûn pûç kirin."

"Yekîneyên me yên serbazî bi dirêjahiya rêya ji Rutba heta dergehê sînorî hatine bicihkirin," wî got, "û em aniha kar dikin li ser zêdekirina hejmara wan bi rêya hêzên piştevaniyê."

Nobedarên bicihkirî û yên gerok dê bên belavkirin daku rê bi temamî kontrol bikin, wî got jî.

Hêzên Iraqî dê herwiha operasyonên pêşwext ên serbazî pêk bînin ji bo girtina çekdarên li biyabanê û rêgirtin li wan ku navendên xwe nêzîkî rê deynin û selametiya tevgera rêwî û bazirganan bixin metirsiyê dema ku dergehê sînorî dîsa were vekirin, wî got.

Nûçêkirina rêya navdewletî

"Pêwîstiya rê bi nûçêkirinê heye ji ber ku bêtirî 15 piran hinekî yan jî bi temamî li ser destê teroristan hatine wêrankirin," Salih got, anî ziman jî ku hin rê bi kêrî çûnuhatina otombîlên sivîlan nakin.

Her dema ku rê ewleh û amade be, dergehê sînorî dê were jinûvekirin, wî got, û pêşbînî kir ku temamkirina tedbîrên parastina ewlehiyê di du mehan de bidawî were.

Hevdem, Rutba bi temamî parastî ye, Salih got, bal kişand jî ku hêzên ewlekariyê 300 alavên teqîner li cade û kolanên bajarok bêbandor kirin û 50 malên bombekirî pûç kirin.

"Hêzên me dest bi danîna navendan kirine ji bo rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya dijmin," wî got jî.

Nêzîkî 100 malbatên aware berî niha vegeriyane malên xwe, wî got, hevdem xizmetên sereke weke av û elektirîkê, û jêrxanên sereke û rêveberiyên hikûmî ku ji aliyê DAIŞê ve bi armanc hatibûn girtin bi hewceyî nûçêkirinê ne.

Desthilatdarên xwecihî li Enbarê dixwazin dergehê sînorê yê Tirêbîl nûvekin û operasiyona berdewam bikin di zûtirîn dem de ji ber girîngiya wî ya mezin, endamê komîteya ewlekariyê di encumena parêzgeha Enbarê de Racih Berekat el-Eyfan got.

Berî niha di heftiya borî de, el-Eyfan û hejmarek ji berpirsên Iraqî serdana dergehê sînorî kiribûn.

"Rêya navdewletî ya ku digihe wê ewleh bû," wî ji Mewtinî re got. "Yekîneyên serbazî li her cihî hatine bicihkirin û hêzên [Iraqî] kontrola xwe li deverê berfirehtir dikin.

Lê belê, rê rastî zererê hatiye û bi hewceyî nûçêkirinê ye, wî got.

"Em dê wê nûava bikin," wî got jî.

Vegerandina jiyanê ji Enbarê re

"Derbarê dergehê sînorî bi xwe, zerer negihanê ji ber ku ew mabû di bin destê hêzên ewlekariyê de piştî kontrolkirina DAIŞ ji Rutba re jî," wî got, "lê ew girtî mabû û hemû çalakiyên geşt û bazirganiyê hatibûn sekinandin."

El-Eyfan got ku dergehê sînorî "bi sadeyî hewceyî hin nûavakirin û alavên lêkolînê yên pêşketî, çavdêriya ewlehî û sîstema çûnûhatin otombîl û kamyonan e daku dîsa dest bi kar bike".

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê bang li rêxistin û ajansên navdewletî kir di hewldanên nûavakirinê û nûçêkirina jêrxaneya bajar û bajarokên parêzgehê de bibin alîkar, wî got.

Nûvekirina deriyê sînorî yê Tirêbîlê dê jiyanê ji Rutba û hemû parêzgehê re vegerîne, qayimeqamê Rutba Îmad Mişaal el-Duleymî got.

Dergehê sînorî dikare karên xwe berdewam bike her dema ku rêya navdewletî ya ku digihiyê, û hemû pirên ku zerer gihanê û deverên din bên çêkirin, wî ji Mewtinî re got.

"Rê bi temamî ji teqemeniyan hatiye paqijkirin û erkdariya me serkeftî bû," wî got."Mixabin, pênc ji hêzên ewlekariyê şehîd bûn dema ku hewl didan bombeyekê li bênvedana Tayba nêzîkî Rutba pûç bikin."

Rewşa ewlehî li wî bajarokî "niha aram e", el-Duleymî got, û banga zêdekirina alîkariyê bo hewldanên nûavakirinê û vegera malbatên aware ji bo malên xwe re kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500