Nêzîkê 30,000 "teroristên çekdarên biyanî" niha li Sûrî û Iraqê hene, berpirsekî bilind ê NY roja sêşemê (5’ê Tîrmehê) got, û agadariyê dide ku tirsa êrîşan li wilatên wan ên resen zêde dibe.
"Niha dema deverên li bin destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê kêm dibe, em vegerandina wan çaverê dikin, ne tenê ji bo Ewropayê, lê bo hemu wilatên wan ên resen, weke Tûnis, û Mexrib," alîkarê emîndarê giştî yê NY Jean-Paul Laborde ragihand, li gorî AFP.
"Êrîşên teroristiyane li van wilatên resen xetera wan her diçe mezin dibe daku zexta li ser wan " li ser erdê li Sûriye û Iraqê kêm bikin, wî got.