Hêzên Iraqî deverên el-Helebsa û Elbû Elwan ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di operasyoneke serbazî ya ku sibha roja Sêşemê (28ê Hezîranê) destpê kir vegerandin daku rizgarkirina gundewarên rojavayê Felûca temam bikin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî got.
"Hêzên hevbeş yên Iraqî el-Helebsa û Elbû Elwan, heta Pira Felûca ya kevin, ji DAIŞ paqij kirin û alaya Iraqê li herdu deveran bilind kirin," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji El-Şurfa re got.
"Teroristên DAIŞ ji deverê reviyane, û aniha hêzên me wan ber bi biyabana Enbarê ve bi dûr dixin," wî got