Nûçeyên Iraqê

NY ditirse ku feleca zarokan li Felûceya Iraqê zêde bibe

NY roja Înê (17ê Hezîranê) got ku ew ditirse haletên feleca zarokan di nav kesên ku ji Felûce reviyane de zêde bibe, û wê dest bi kampanyayeke vaksînekirinê ya "mezin" kiriye, AFP ragihand.

Xelkê Felûce, ku hêzên Iraqî bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî ber bi vegerandina Felûce ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve diçin, rastî rêjeyên bilind ji nexweşiyên çermî, bilindbûna fişara xwînê û zikçûnê hatine, Ala Elwan ji Rêxistina Saxlemiya Cîhanî (WHO) got.

Dê aciz bûn ji ber ku zarokên wan nehatine vaksînekirin ji dema dagîrkirina DAIŞ sala 2014an ve, Elwan got, ku serokê WHO ye li herêma rojhilatê Deryaya Spî.

"Tirsa me ya diyarkirî felec e," wî got, anî ziman jî ku wan dest bi programeke vaksînekirinê ya mezin kiriye û bang li neteweyên xêrder kir ku piştgiriya xwe ji sivîlên Iraqî re ku ji şer direvin zêdetir bikin.

Gelekî zû ye ku em hejmara zarokên ku wê bibin armanca kampanyaya vaksînekirinê texmîn bikin, Elwan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500