"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rastî "lawazbûneke mezin" hatiye li parêzgeha Enbar a rojava û dawiya wê li wir nêzîk dibe, parêzgarê Enbarê Suheyb el-Rawî roja Înê (24ê Hezîranê) got.
Hêzên Iraqî berî niha bajarên el-Kerma, el-Seqlawiya, Felûce, Remadî, el-Xalidiya, Hît, Kubeysa û Rutba di dema salekê de rizgar kirin, wî ji Mewtinî re got.
"Bajarên ku hîn di bin kontrola DAIŞê de mane tenê el-Qayim, Huseyba û gundên li rojavayê Enbarê ne, û em li ser rizgarkirina wan di demeke zû de dixebitin," wî got.
"DAIŞ êdî parêzgehê kontrol nake, û em dê derbeyeke mezin li projeya [xilafeta] wê ya îdiakirî bidin," wî got.