Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Vegerandina Sersar çandiniya Enbarê vedijîne

Xalid el-Taî

Hikûmeta Iraqê kar li ser nûavakirina Gola Sersar li Enbarê dike ji dema ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatiye rizgarkirin ve di sala borî de. [Wêne ji Wezareta Çavkaniyên Avê]

Hikûmeta Iraqê kar li ser nûavakirina Gola Sersar li Enbarê dike ji dema ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatiye rizgarkirin ve di sala borî de. [Wêne ji Wezareta Çavkaniyên Avê]

Tam salekê piştî ku hêzên Iraqî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji devera Gola Sersar li Enbarê derxistin, Wezareta Çavkaniyên Avê bendav û dezgehên avdanê vegerandin xizmetê, berpirsên Iraqî ji Mewtinî re gotin.

Bendavên el-Sersar û el-Teqsîm,ku nêzîkî 100 kîlometran li bakurê rojavayê Bexdayê dikevin, embarkirin û berdana avê navbera gola destkird û çemên Dîcle û Firatê de rêk dixe.

Tîmên endazyarî û teknîkî yên wezaretê sîstema rêvebirina ava golê ji nû ve çêkir, ku ji bendava el-Sersar, bendavên el-Teqsîm ên yekem û duyem û kenalên ku digihin devera zendê Dîcle pêk tê, Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Avê Mehdî Reşîd got.

"Bi rêya karê rojane yê bêhempa me karî zirara ku çeteyên DAIŞi gihandin van dezgehan di demeka kurt de û tenê di heşt mehan de çak bikin," wî ji Mewtinî re got.

Nêzîkî 80% ji Karê nûçêkirinê temam bûye, wî got jî, anî ziman jî ku sîstema rêvebirina avê niha kar dike û tamîrkirinên mayî bi awayekî rasterast bandorê li ser karê wê nake.

"Me herwiha kampanyaya nûavakirinê bi bihayekî rekordî temam kir, me tenê nêzîkî nîv milyar dînar xerc kirin ($452,000), ku gelekî kêmtirî bihayê xemlkirî yê xerciyên nûçêkirinê ye ku navbera sê û çar milyar dînaran ($2.7 milyon û $3.6 milyonan) de bû," wî got.

Bendava el-Sersar,ku ji 1965an ve li ser kar e, bêtirî 30 deriyan ji bo kontrolkirina herikandina avê li xwe digre û xwediya karîneke barvalakirinê bi qasî bêtirî 8,500 metrên sêcar di çirkeyê de ye.

Beşê yekem ji bendava el-Teqsîm sala 1976'an temam bûbû û ya duyem sala 1981'an. Her yek ji wan çar deriyan li xwe digre, bi karîneke barvalakirinê bi qasî 1,100 metrên sêcar di çirkeyê de.

Bendava Felûca di nav projeyên bê de ye

Ligel nûçêkirina Gola Sersar, wezaretê dest bi nûçêkirina projeyên avdanê yên din li Enbarê kiriye ji dema derxistina DAIŞ ve, Reşîd got.

"Me nirxandina zereran û amadekirina pêdaçûnên derbarê bendava Remadî û el-Werrar, ku ji aliyê teroristan ve bi temamî hatine teqandin temam kiriye," wî got.

Wezaretê "name şandine ji hikûmetê re ji bo peydakirina pereyên pêwîst ji bo nûavakirina van herdu dezgehên girîng,"wî got. "Em bi hewceyî 40 milyar dînaran ($34.3 milyonan) in ji bo xerciyên nûçêkirinê."

Her dema ku pere bên terxankirin, wezaret dê bikaribe van herdu projeyan vegerîne xizmetê di dema salekê de, wî ji Mewtinî re got.

Wezaretê herwiha tîmeke karê teknîkî ji bo nirxandina zererên ku gihane bendava Felûce daniye, ku hêzên Iraqî di nîvê Hezîranê de vegerandin, Reşîd got.

"Li gorî nîşanên destpêkî pileyên cuda ji zererê gihane bendavê û deriyê wê û kenalên wê yên pevgihandin û veguhestinê," wî got, anî ziman jî ku asta zererê tenê piştî pêdaçûneke giştî dikare bi hûrî were nirxandin.

"Hêzên ewlekariyê hîn mayîn û bombeyên bidestçêkirî ji wan cihan radikin," wî got. "Piştî ku çiraya kesk ji me re bê dayîn em dê dest bi kar bikin."

Vejandina berhema çandiniyê li Enbarê

Nûavakirina projeyên avdanê dê çandiniyê li parêzgehê vejîne, endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan el-Obeydî ji Mewtinî re got.

Çaksazkirina bendavan û kenalên avdanê yên ku rastî wêrankirinê ji aliyê DAIŞ ve hatine girîng e ji bo vegerandina aramiyê li parêzgehê, wî got.

Vegerandina rêkxerên avê û sîstema avdanê dê sektora çandiniyê ya Enbarê vejîne, wî got jî, ya ku rastî zerereke bi qasî 365 milyar dînaran ($313 milyon) hatiye di encama karên teroristiyane de.

"Îro, piştî ku piraniya bajarên Enbarê hatîn rizgarkirin, em bang li hemû wezaretan dikin ku kar bikin ji bo nûavakirina sektorên xizmetguzarî û aboriyê yên parêzgeha me," el-Obeydî got. "Em, ji aliyê xwe ve, dê piştgiriya her pêngavekê di vî warî de bikin û dê ber bi nûavakirina parêzgeha xwe ve pêşve biçin."

Wezaret "hewldanên xurt dike ji bo çakirin û jinûaktîvkirina hemû projeyên [avê] embarkirin û avdanê yên wêranbûyî", Adil el-Muxtar, ku şêwirmendê komîteya avê û çandiniyê li parlementoyê ye got.

Wezaret berî her tiştî girîngiyê dide vegerandina hemû bendavên li deverên rizgarbûyî bo xizmetê, wî ji Mewtinî re got, anî ziman jî ku gelek ji wan, bi taybet li Enbarê, hatin nirxandin û nûçêkirin.

"Kar berdewam e weke beşekê ji pilanên hikûmetê yên ku bi başî bîr li wan hatiye kirin û girîngiyê didin zêdekirina pêşketin û avakirinê li civakên ku bandora terorê li ser wan heye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500