Polîsên Iraqî li parêzgeha Selahedînê roja Çarşemê (22ê Hezîranê) êrîşeke çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Baacê vala derxistin, fermandariya polîsên federal got.
Hêzên ji Lîwaya 9ê ya Firqeya 3ê ya polîsên federal du otombîlên bombekirî û bildozereke barkirî bi teqemeniyan li devera el-Sîniya wêran kirin, Fermandarê Polîsên Federal Lîwa Raid Şakir Cewdet di daxuyaniyekê de got.
Şeş çekdarên DAIŞ jî di êrîşa sibeha roja Çarşemê de hatin kuştin, wî got.