Hêzên Iraqî roja Yekşemê (12'ê Hezîranê) operasyoneke leşkerî ya mezin ji bo rizgarkirina gundên girîng li başûrê Mûsilê ji destê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) destpê kir, parêzgarê Neynewa Nofel el-Sultan roja Duşemê got.
Hêzên Iraqî yên hevbeş gundên el-Hac Elî û Xerab Cabir beriya niha rizgar kiribûn, el-Sultan di konferanseke rojnemevanî de got.
"Lîwayeke zirxî gihişte navçeya Mexmûrê ji bo piştgiriya hêzên hevbeş yên ku li dijî DAIŞê tenê 60 km dûrî Musilê şer dikin," Wî got.
"Armanca operasyonê vegerandina deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kontrolkirin bi dirêjahiya rê heta sînorên îdarî yên Mûsilê weke amadekariyekê ji bo destpêkirina êrîşekê bo rizgarkirina wan ji destê DAIŞê," wî got.