Hêzên Iraqî, bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniyê, bi dehan çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin û birîndar kirindi şerê rizgarkirina Felûca de, fermandarê operasiyonên Felûca Cêneral Ebdulwehab El-Saed roja Înê (10'ê hezîranê) got.
"Hêzên Iraqî 43 endamên DAIŞ kuştin di dema şerê ku roja pêncşemê û sibeha Înê qewimî ku wekî beşek ji hewildanên pêşketina ber bi navenda bajêr derketibû,bi dehan jî birîndar bûn," el-Saedî ji Mewtinî re got.
"Balafirên şer ên hevpeymaniya Navnetewî piştgirî dan hêzên me bi ruxandina cihên girûpê û jêdera êrîşan," wî got.