Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rê li ber êrîşa DAIŞ li Girava Xalidiyê girtin

Bi dehan çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin kuştin anjî birîndarkirin, dema ku hêzên Iraqî, bi piştgiriya balafirên hepeymaniyê, roja Duşemê (26ê Îlonê) bersiva êrîşa DAIŞ a li ser molgehên wan dan, Fermandariya Operasyonên Enbarê got.

"Sêzdeh çekdarên DAIŞ hatin kuştin û zêdetir ji 20an birîndar bûn dema ku hêzên me bersiva êrîşeke bi wesayitên bi teqemeniya barkirî dan, ku piştre çekdaran êrîşî molgehên artêşê li Girava Xalidiyê kirin," Fermandarê Operasyonên Serbazî yên Enbarê lîwa Ismaîl el-Mehelawî ji Diyaruna re got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bersiva daxwazeke alîkariya bilez dan û hejmarek ji otombîlên bomberêjkirî rûxandin beriya ew bigihin cihên hêzên me yên serbazî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500