Nûçeyên Iraqê

NY alîkariyê bi rêya helîkoteran li Sûriye dike

Neteweyên Yekbûyî dê helîkopteran bi kar bîne ji bo veguhestina alîkariyê ji deverên dorpêçkirî re li Sûriyê tevî xeterên mezin di operasiyonên wiha de çêdibin, peyvdarek roja Pêncşemê (2 ê Hezîranê) got.

Brîtanya û Ferensa daxwaz ji NY dikin ku avîtina alîkariyên asmanî ji bo sivîlan li bajêrên ku rûbirûyî kêmasiyan di xwarnê û dermanan dibin destpê bikin, li gorî AFP.

Lê dibe helîkopter bên bikaranîn ji bo hilgirtina alîkariyê ji bo 15 ji 19 deverên bajarî yên dorpêçkirî yan jî nîv-bajarî yên ku gelek xelk di wan de ne, berdevkê NY Stêfen Dujarik got.

"Li deverên bajarî avîtinên asmanî bêkêr in, daku tu qala bikaranîna helîkopteran bikî," wî got.

"Her helîkopterek sê tonên metrî hildigire û lazime were xwar û piştre barê xwe deyne," wî got jî.

"Mirov dikare bifikire çend astengiyên ewlehî ji vî karî re hene -- û bi ser de jî xeterên ewlehî ji bo helîkopteran di dema firînê de li asmanê Sûriyê hene," wî got.

Encumena Ewlehiyê dê roja Înê li hev bicive daku danûstandinan li dor pilanek ji bo avîtinên asmanî bikin tevî biryareke din ya hêzên cihanê ji bo zêdekirine gihandina alîkariyê ji bo Sûriyên bêhêvî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500