Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Zehmetiyên henasekirinê alarmê li Hamûriyê zêde dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmên nûjdariyê dora 15 zarokên ku tengnefesî bi wan re çêbûy derman dikin, piştî bordumankirina bajarokê Hamûriyê yê Xûtaya Rojhilatî ji aliyê rejîmê ve. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Hamûriyê hatiye wergirtin]

Tîmên nûjdariyê dora 15 zarokên ku tengnefesî bi wan re çêbûy derman dikin, piştî bordumankirina bajarokê Hamûriyê yê Xûtaya Rojhilatî ji aliyê rejîmê ve. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Hamûriyê hatiye wergirtin]

Zêdetirî du dezîne sivîl li bajarokê Hamûriyê yê Xûtaya Rojhilatî -- piraniya wan zarok û jin in -- tengenefesî bi wan re çêbû piştî êrîşeke asmanî ya rejîmê derengiya Duşemê (5ê Adarê), çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re ragihandin.

Tê texmînkirin ku ew ji ber hilmijîna gazên jehrîn qewimîne, yên ku belav bûne piştî bordumanên rejîmê, li gel bombekirina wargeheke ku sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn xwe lê girtibûn.

Bajarokê Hemûriyê bû armanca êrîşeke giran a topxaneyê, balafirên şer û helîkopteran ku tê de herî kêm 30 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, çalakvanê ofîsa medyayî ya Hemûriyê Husam Zên ji Diyaruna re ragihand.

Piştî helîkopterên artêşê bermîlên teqîner li ser bajarok dora nîvaşeva Duşemê barandin, şênî, xebatkar û xwebexşên Berevaniya Sivîl a Sûrî bûn dîdvanên çendîn haletên ku wekî "xeniqînan" hatin binavkirin.

Endamên Berevaniya Sivîl tengenefesî bi wan re çêbû li bajarokê Hamûriyê dema ku wan zarok û jin ewle dikirin piştî bordumaneke rejîma Sûriyê, ya ku hat angeştkirin ku gaza jehrîn tê de hatiye bikaranîn. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Hamûriyê hatiye wergirtin]

Endamên Berevaniya Sivîl tengenefesî bi wan re çêbû li bajarokê Hamûriyê dema ku wan zarok û jin ewle dikirin piştî bordumaneke rejîma Sûriyê, ya ku hat angeştkirin ku gaza jehrîn tê de hatiye bikaranîn. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Hamûriyê hatiye wergirtin]

Li gorî xebatkarên Berevaniya Sivîl a Sûrî, madeya jehrîn klorîn e, û nîşanên diyar bûne tengenefesî û sorbûyîna çerm in.

Bi giştî, 30 haletên tengenefesî hatin belgekirin, Zên got, di nav wan de 15 zarok, 13 jin û xwebexşên berevaniya sivîl, ên ku tûş bûn dema ku wan birîndar vediguhestin, hebûn.

Wî got ku hêzên rejîmê pêşî wargeh bi bermîlên teqîner kirin armanc, û piştre hat texmînkirin ku klorîn hatiye bikaranîn, û duyem êrîşa asmanî hat piştî ewlekar ketin tevgerê de û xelkê wargeh li pişt xwe hişt ji tirsa ku ew hilweşe.

Zên got ku bajarok bû armanca bermîlên teqîner, çekên germahîdarî û bombeyên weşîdar.

"Xizmetguzariyên bijîşkî li bajarok li ber nemanê ne, û alîkariya pêşîn li deverên nêzîk mîna Zemalkayê pêk tên," wî got, "tevî veguhestin pir xeternak e ji ber dijwariya êrîşên asmanî û bombebarankirinê."

"Dawîzeman"

Serokê mafên mirov ên NY, Zêd Raed Husên Çarşemê rejîma Sûriyê gunehbar kir ku ew haziriya "dawî zeman" dike û dê devereke din bike armanca êrîşên asmanî, AFP ragihand.

Di raporta xwe ya salane de bo Encumena Mafên Mirov ên NY, Husên got ku kiryarên rejîmê li Xûtaya Rojhilatî "ne yasayî bûn û ji aliyê exlaqî ve nayên pejrandin", û hişyarî da ku kabûsa hatî bo sivîlên Sûrî di rê de ye û nêzîk dê biqewme.

"Vê mehê, Xûtaya Rojhilatî bû, di gotinên Sekretetê Giştî, dojehek li ser erdê; meha werê yan mehek piştre, û ew dê bibe cihe din ku dê li wir xelk rastî dawîzemanekê were – ev jî tawankariyeke ku endamên di hikûmetê de jê re pilan dikin û bi cih tînin, û dixuye ku ew bi piştîvaniyeke tam ji aliyê hinek alîgirên biyanî ve pêk tê," Zêd ji encumenê re got.

"Pir girîng e ku çarenivîsa vê karîseyê were guhertin, û rewşa Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî were veguhestin," wî got.

Rejîma Sûrî û milîsên hevbend êrîşek roja 18ê Sibatê dest pê kirin bo destdanîna li ser Xûtaya Rojhilatî, dawîn herêma li jêr kontrola opozîsyonê li nêzî Şamê.

Ji wê demê ve wan 40% ji deverê vegerandine bi piştgiriya pêngaveke bombekirina wêranker ku zêdetirî 800 kesan tê de hatine kuştin.

Heta Çarşemê, hêzên rjîmê gihiştin tixûbên çendîn bajarokên girîng, di nav de: Misreba, Bêt Sawa, Cisrîn û Hemûriyayê.

Herî kêm 700 şervanên alîgirên rejîmê ji Helebê bo Xûtaya Rojhilatî hatin veguhestin û cihgirtin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îro Çarşemê got.

Hêzên hêzdarker li du eniyên şer ên sereke haitn bicihkirin li aliyê rojavayî yê herêma dorpêçkirî, di nav de bajarokê Herestayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500